Rêveberiya Xweser dest bi dayîna pereyên genim dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro dest bi dayina pereyên genimê cotkaran dike.

Rêveberiya Nivîsgeha Dirav û Dayinan a Navendî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 14ê Tîrmehê dayîna fatûreyên genimê cotkaran dest pê dike.

Ji bo birêkxistina vê pêvajoyî, nivîsgehê lîsteyekê li gorî nav û navendê radestkirinê amade kiriye.

Rênas Rêveberê Nivîsgehê Rênas Hemo ji malpera Rêveberiya Xweser re behsa mekanîzmaya fatûreyan kir.

Dê pere bi temamî bê dayîn

Rêveberê Nivîsgeha Dirav û Dayinan Rênas Hemo li ser dayîna fatûreyan wiha axivî:

"Em wekî Nivîsgeha Dirav û Dayinan a Navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin ku prosesa xerckirina fatûreyên genimê sala 2024an, 14ê Tîrmehê dest pê dike.

Herwiha li gorî nexşeya kompanyaya bipêşxistina çandiniyê, dê pereyên fatûreyê bi temamî bên dayin.

Dabeşkirina pereyan li seranserê bakurrojhilatê Sûriyê dê li ofîsên Dirav û Dayinan a Navendî û şaxên wê bê kirin.

Pere dê bi dolar bên dayin lê beşên ji 100 dolarî kêmtir, dê bi pereyên Sûriyeyê bên dayin."

Kîloya genim bi 31 sentî bû

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê kirîna her kîloyek genimê ji cotkaran wekî 31 sentî destnîşan kiribû.

Rêveberiyê Xweser, 26ê Gulanê dest bi wergirtina genimê cotkaran kiribû.

  piştî derbasbûna nêzikî 2 mehan, Rêveberiya Xweser pereyên genimê cotkaran nedabûn.

Derengmayina dayina pereyên genim tevgera bazarê sar kiribû û cotkar dilgiran kiribûn.

Tê pêşbînîkirin ku xerckirina pereyên genim tevgera bazarên Rojavayê Kurdistanê û bakurêrojhilatê Sûriyê geş û germ bike.