Mesrûr Barzanî êrişa li Trump şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişa li serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Komariyan ê serokatiyê Donal Trump şermezar kir.

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyameke şermezarkirinê parve kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez êrîşa li Serok Donald J Trump bi tundî şermezar dikim û jê re şîfayeke bilez dixwazim.

Ez sersaxiyê ji hemû qurbaniyên vê kiryara bêwate ya terorîstî re dixwazim.

Em bi Amerîkayê re di nav piştevaniyê de ne.”

Nasnameya êrişkar diyar bû

FBIyê nasnameya kesê ku di mîtînga Donald Trump de gule lê reşandibûn eşkere kir.

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI), kesê ku di dema mîtîngê de êrişî Donald Trump kiriye bajarokê Bethel Parkê yê Pennsylvaniayê ye û navê Thomas Matthew Crooks û 20 salî ye.

Li aliyê din hate ragihandin, piştî ku êrişkar Thomas Matthew Crooks êrişî Trump kir ji aliyê ajanên Servîsa Nihênî ve hate kuştin.

Herwiha di êrişê de gule li guhê Trump ket, kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.