Li Amedê kesekî birayê xwe birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî bi demançeyê birayê xwe birîndar kir.

Li parkeke navçeya Peyasê ya Amedê îro di navbera M.A. û birayê wî Ş.A. de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Ş.A. bi demançeyê gule li birayê xwe M.A. reşandin û ew  birîndar kir.

Ş.A. piştî ku birayê xwe birîndar kir ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê M.A. veguhest nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina Ş.A. dest bi xebatê kir.