Di Gola Wanê de 2 kes xeniqîn

Duh li 07:20
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya Wana Bakurê Kurdistanê, 2 kesên ji bo avjeniyê ketin Gola Wanê xeniqîn.

Li navçeya Tuşbayê li nêzîkî Girava Çarpanaxê îro 3 heval ji bo avjeniyê ketin Gola Wanê û ji ber çavan wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Şaxa Artemêtê ya Bendera Deryayê, tîmên Ewlehiya Peravê, tîmên AFAD û UMKEyê, tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê di otomobîleke li kêleka golê de 3 nasnameyên ku xwediyê wan nebû dîtin û tîmên rizgarkirinê li nav golê dest bi lêgerînê kir.

Di encama lêgerîna tîman de ji nav golê termê 2 kesan hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê wan veguhestin nexweşxaneyê.

Li aliyê din lêgerîna di nav golê de berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst