Nêçîrvan Barzanî ji malbatên karmendên asayîşê re sersaxî xwest

Duh li 05:40
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Kerkûk Qerehencîr DAIŞ Ciwamêr Ezîz Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sersaxî ji malbatên karmendên Asayîşa Herêma Kurdistanê re xwest.

Li nahiyeya Qerehencîrê ya Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê kir û di wê êrişê de DAIŞiyek hat kuştin.

Herwiha endamekî asayîşê yê bi navê Ciwamêr Ezîz Reşîd di êrişê şehîd bû û karmendek jî birîndar bû.

Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê belav kir û wiha got:

“Ez sersaxiyê ji malbata şehîd Cewamer Ezîz Reşîd re dixwazim ku îro li bajarê Qerehencîrê di encama şer û pevçûnekê bi terorîstên DAIŞê de şehîd bûbû.”

Nahya Qerehencîr 15 kîlometreyan li rojhilatê Kerkûkê li ser rêya Kerkûk-Silêmaniyê ye.

Li aliyê din Asayişa Herêma Kurdistanê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, 2 çekdarên DAIŞê li nahiya Qerehencîrê êrişî hêzên wan kir.

Di wê êrişê êrişê de çekdarek hat kuştin û yek  jî bi birîndarî hat girtin.

Li gorî daxuyaniya asayîşê karmendê bi navê Cewamêr Ezîz Reşîd şehîd bû û karmendekî din jî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst