Li Erdexanê xelk van rojên havînê li ber sobeyê xwe germ dikin

14-07-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Sobe Serma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê ku zivistan lê dijwar û dirêj derbas dibe, xelk di nîvê havînê de bi dadana sobeyê xwe germ dikin.

Vê demsala ku li seranserê welat germa havînê bi bandor e, li Zozanên Bilbilan ên di navbera Erdexan û Artvînê de ku bilindahiya wê bi qasî 2 hezar û 580 raqimî ye, germa hewayê bi şev dadikeve binê 0 pileyê.

Baranên ku di rojên dawiyê de bê navber bi bandor in, bandoreke neyênî li ser jiyana gundiyan dike.

Ji ber sermaya di nîvê havînê de li zozanan bi rojê jî sobe tên dadan û gundî xwe li ber germ dikin.

Li Zozanên Bilbilanê Nurbay Akpinarê ku li zozanan dijî di nîvê tîrmehê de li ber sobeyê xwe germ dike.

Sobe qet venamirin

Nurbay Akpinarê diyar ku di rojên dawiyê de hewa gelekî sar bûye û got:

"Demsala me ya zozanan seranserê salê her tim bi vî rengî bû, sobe qet venemirîn.

Car bi caran em bi rojê jî sobeyan dadidin lê êvaran bê îstîsna sobeyên me dadayî ne. Hewa gelekî sar e."

Salih Bozkurtê ku li Zozanên Bilbilan kargêrê xwaringehekê ye jî destnîşan kir ku vê havînê heta niha sobe venimrandine û got:

"Em ketin meha tîrmehê lê sobeya ma her tim dadayî ye. Bi taybet êvaran em sobeyê venamirînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst