Hengaw: 72 girtiyên Kurd hatine îdamkirin

Duh li 05:02
RÛDAW
Nîşan Îran Îdam Rojhilatê Kurdistanê Hengaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê eşkere kir ku heyama 6 mehên borî de 266 girtî li Îranê hatine îdamkirin.  

Li gorî Hengawê di 6 mehên yekem yên îsal de 266 girtî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin û 72 kes ji wan Kurd bûne.

Rêjeya girtiyên li nava pêkhateyan jî wisa ye:

- 72 girtî Kurd in

- 42 girtî Tirk in

- 32 girtî Belûc in

- 23 girtî Efxanî ne

- 10 girtî jin in

- Kesek zarok e

Li gorî raporê ji 266 îdaman tenê 21 îdam di medyaya fermî yên Îranê de hatine belavkirin.

Ji sedî 8ê îdaman û ji sedî 92yê wan nehatine belavkirin.

Ligor Hengawê sedemên îdaman jî bi vî awayî bûne:

-159 îdam: Ji ber tohmeta madeyên hişber  

-90 îdam: Ji ber hinceta kuştina bi mebest

-10 îdam: Ji ber çalakiyên siyasî û dînî

-5 îdam:  Ji ber hinceta diziyê

-2 îdam bi hinceta destdirêjiyê   

Par 151 Kurd hatin îdamkirin

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî Hengawê sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd bûnn.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst