Mêrdîn - 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da.

Parêzgariya Mêrdînê şeva 12ê Tîrmehê gundê Deywan û çend gundên din ên navçeya Kerborana Mêrdînê wekî "herêma ewlehiya taybet" ragihandibû û li gundê Deywan qedexeya derketina derve ragihandibû.

Piştre Artêşa Tirkiyeyê li navçeyê operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin û 4 kes jî hatibûn desteserkirin.

Qedexe roja 13ê Tîrmehê bi dawî bû. Lê  li gorî zanyariyan, piştî qedexeyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê cenazeyê du kesan birine Nexweşxaneya Kerboranê.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, ew cenaze yên du gerîlayên PKKyê ne  ku di dema qedexeyê de di bombebarana artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê her du cenazeyan bi helîkopterê ji Kerboranê birine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir

Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Herwiha Yerlîkaya da zanîn, navê gerîlayekî ku canê xwe ji dest daye Taner Ogmenê bi nasnavê Herkol K. ye.

Yerlîkaya ragihand, ji bo tespîtkirina navê gerîlayê din jî xebatên wan berdewam dikin.