Êlih - Bi hinceta PKKyê 9 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercosê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 9 kesên ku beriya niha hatibûn desteserkirin û piştre hatibûn berdan bi biryara serdozgeriyê careke din hatin girtin.

Li gundê Bilêxşê ser bi navçeya Kercosê 22yê Hezîranê operasyonek hatibû destpêkirin û 6ê Tîrmehê hatibû bidawîkirin.

Di encama operasyonê de li gund 11 kes hatibûn desteserkirin û piştî kar û barê yasayî hatibûn berdan.

Lê 13ê Tîrmehê li ser nerazîbûna serdozgeriyê bi hinceta “alîkariya rêxistinê” ew 11 kes hatin desteserkirin û 9 kes bi biryara dadgehê hatin girtin ku di nav wan de 3 jin jî hene.

Herwiha 2 kes jî bi mercên kontrola edlî hatin berdan.