Rûdaw wek yekemîn medyaya Kurdî dest bi podcastan dike

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Radyoya Rûdawê Podcast
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê weşana radyoya xwe diguhere û di serdema nû de çend podcastên cûrbicûr dê biweşîne. Tora Medyayî ya Rûdawê ji bilî weşandina li ser Rûdaw Radyoyê û platformên tora civakî, dê malpereke taybet a podcastan jî ava bike ku hemû podcast dê li ser wê malperê bêne belavkirin û weşandina podcastên Rûdawê roja 15ê Tîrmeha 2023an dest pê dike.

Di serdema nû de Tora Medyayî ya Rûdawê dê 20 podcastên cûrbicûr ên di warên hunerî, zanistî, aborî, siyasî, tenduristî û ciwanan de pêşkêş bike û ew podcast ji aliyê nivîskar, hunermend û rojnamevanên Kurdistanê yên xwedî ezmûn ve dê bên pêşkêşkirin.

Şanoya Salar

Şanoya Salar podcastên hunerî yên li ser şano û dîroka şanoyê ya Başûrê Kurdistanê ye, ev podcast ji aliyê hunermendê navdar ê şanoya Kurdî Ehmed Salar ve dê bê pêşkêşkirin. Hunermend di werzê nû yê Radyoya Rûdawê de bi hejmarek podcast dê behsa dîroka serhildana şanoyê li Başûrê Kurdistanê bike. Her wiha hunermend di vê serdemê de dê behsa astengî û zehmetiyên li pêşiya şanoyê li Başûrê Kurdistanê jî bike.

Hunermend Ehmed Salar li ser podcasta Şanoya Salar got, “Kêfxweş im ku ji Radyoya Rûdawê re yekem podkasta li ser dîroka şanoya Kurdî dê pêşkêş bikim.”

Ehmed Salar dibêje, podcast li ser dîroka şanoya Kurdî û derketina wê li Silêmaniyê û piştre li Başûrê Kurdistanê ye û anî ziman, “Min behsa ezmûna xwe ya di şanoya Kurdî de kiriye.”

Ji Kobaniyê Heta Bonnê

Ji Kobaniyê Heta Bonnê podcasteke li ser jiyan û berhemên nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost e. Nivîskar di podcastê de behsa bîranînên xwe yên ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê heta bajarê Bonn ê Almanyayê dike, behsa ezmûna xwe ya nivîsandinê û karên xwe dike. Nivîskar her wiha dê behsa nivîsên xwe bike ku li derveyî welêt nivîsandiye û dê behsa bandora derve û bîranînên Kobanîyê yên li ser nivîs û berhemên xwe bike.

Nivîskar Jan Dost anî ziman, “Podcasta Ji Kobaniyê Heta Bonnê zêdetir wek jînenîgariya min e, ez tê de behsa jiyan û serpêhatiyên xwe yên di warê rewşenbîrî û çanda Kurdî de dikim. Ez behsa qonaxên destpêkê yên jiyana xwe ya li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û piştre jî koçberiya xwe ya derveyî welat ji bo Almanyayê heta niha dikim.”

Jan Dost got, “Kêfxweş im bi vê derfeta ku Rûdawê daye min û pêşkêşkirina vê podcastê ji bo min gelekî girîng e, ji ber ku ew hemû kar û berhemên wêjeyî yên ku min nivîsandine min di podcastê de anîne ziman û derfeteke baş bû ji bo bîranîna wan berhemên ku min pêşkêş kirine.”

Dastanên Mêraniyê

Dastanên Mêraniyê podcasteke li ser destanên muzîkî yên dîroka Kurdî ye ku ji aliyê hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Brader ve tê pêşkêşkirin. Hunermend Brader di podcastê de behsa wan destanan dike ku bi awayê tomarkirî yan li ser zarê xelkê wek beşeke hunera resen a Kurdî mane dike û behsa lehengî û evînê dike. Ew dê bi gotina destanan û mijarên dîrokî bi tembûra xwe destanan ji nû ve pêşkêş bike.

Hunermend Brader li ser podcasta Dastanên Mêraniyê got, “Ez kêfxweş im ku beşdarî vê destpêşxeriya Rûdawê dibim ku wek yekem medyaya Kurdî ye dest bi belavkirina podcastan dike. Ez jî bi rêya podcasta Dastanên Mêraniyê, destanên Kurdî yên sed sala derbasbûyî ya li Bakurê Kurdistanê vedibêjim û wan û awaz, muzîk û stranên Kurdî tevlîhev dikim.”

Digital Citizen

Digital Citizen podcasteke nû ya Radyoya Rûdawê ye ku ji aliyê Rêveberê Teknîkî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Hejar Birincî ve tê pêşkêşkirin. Pêşkêşkar dê behsa dahênan ên herê nû yên teknolojiyê û hişê çêkirî dike. Her wiha giringiya teknolojiyê û bandora wê ya li ser jiyana civaka Kurdî vedibêje. Di vê podcastê de behsa pirsgirêkên ku hevterîbê sûdên pêşketina teknolojiyê yên dixe nav jiyana mirovan tê kirin. Podcasta Digital Citizen behsa welatiyê dîjîtal dike ku di pêşerojê de jiyana me ji ber dahênan teknolojiyê jiyana e dikare ber bi ku ve biçe?

Hejar Birincî got, “Cîhan ber bi cîhaneke dîjîtal ve diçe. Di pêşketina bilez a ku li cîhanê pêk tê de şexsê me di kuyê wê de cih digire? Gelo civak û şexsê me ji bo guhertinên bilez ên teknolojiyê amade ne, ewlehiya dîjîtal, ewlehiya sîber û hişê çêkirî di 10 salên pêş de dê bibin qadên herî girîng ên jiyana mirovan. Di podcasta Digital Citizen de ji bo ku bibine welatiyên hişyar ên dîjîtal em ê zanyariyên têr û tijî bidine we.”

Cosmos

Cosmos rêwîtiyeke di nav firehiya esmên de. Roj Elî Zale û Rebaz Elî di podcasta Cosmos de li ser diyardeyên balkêş û teknolojiya lêgerîna zanîna valahiya esman guftûgo dikin. Bi rêya bernameyeke kompîturê serdana gerestêrkên ku heta niha hatine keşfkirin dikin ku îmkana jiyanê lê heye. Ew termên zanistî û têgihîştinên zanistî yên herî dawî şîrove dikin. Ew li ser pirsên mirovahiyê yên sedan salan nîqaş dikin; hêza kişandinê çawa çêbû? Dezgehên taybet li ser wî warî çawa li gerestêrkan digerin û kifş dikin? Bi sedan mîlyar cureyên din çawa li valahiya esman durist bûne û çawa dawî li wan tê? Roj ku bi berdewamî di nav xwe de diteqe dê kengî bi dawî bibe? Çima ji nişka ve nateqe? Mirov heta ku û kengî dikare bibîne û ji valahiya esman çi fam kiriye? Podcasta Cosmos zanistiya valahiya esman bi zimanekî zelal rave dike û guhdar û temaşevanan bi qadeke ku têgihîştin, fikirîn û têgihîştina mirov ji xwe û civakê berfireh dike dide nasîn.

Roj Elî Zale got, “Cosmos hewldanek e ji bo zelalkirina zanistiyên diyarde û rûdanên gerdûnî analîz bike, wek astrofizîknas dibêjin; femkirina zanista valahiya esman û têgihîştina mezinahî û tevgera gerdûnê dihêle ku mirov wekî mirovahî bifikire, ne wek mirovek. Di Cosmosê de em balê dikişînin ser niha û pêşeroja gerdûnê û gerestêrkan.”

Auto FM

Auto FM podcasteke mekanîkî ye ku agahdarî li ser hemû parçeyên otomobîlan dide ku ji aliyê endezyar mekanîkî Ela Mihemed ve tê pêşkêşkirin. Piraniya me li ser pirsgirêkên otomobîlan ne xwediyê zanyariyên bingehîn in, her çend biçûk jî bin. Bînine ber çavên xwe, heger otomobîla we li deverek dûr an di rewşeke dijwar de têk biçe, hûn ê çi bikin? Hûn ê li benda hostayekî mekanîkê bisekinin ku otomobîla we çê bike? Yan tu yê çi bikî? Bi guhdariya podcastên Auto FM ên Radyoya Rûdawê, hûn ê ji hemû beşên otomobîlê û çawaniya karkirina wan agahdar bibin.

Ela Mihemed anî ziman, “Di podcasta Auto FM de, ez dê li ser parçeyên mekanîkî yên otomobîlan û awayê karkirina wan biaxivim. Di vê podcastê de her wiha em ê behsa wê bikin ku çawa girîngiyê bidine otomobîlan û pirsgirêkên herî diyar ên ku şofêr di demsalên cuda de rûbirû dibin çi ne.”

Ela Mihemed her wiha got, “Piraniya kesên ku otomobîlan bikar tînin, beşeke biçûk ên wan li ser otomobîlên xwe zanyariyên pêwîst dizanin. Di podcastê Auto FM de em dê behsa wê yekê bikin mirov çawa dikare xwe bi teknolojiya nû ya otomobîlan re biguncîne.”

Awazên Bakur

Podcasta Awazên Bakur dê heftane ji aliyê Seyda Goyan ve di Radyoya Rûdawê de bê weşandin. Di vê podcastê de pêşkêşkar tevî mêvanên xwe yên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û hunermend û stranbêjên Kurd stranên Kurdî bibêjin. Podcasta Awazên Bakur behsa wan stran û awazên Kurdî dike ku bûne beşeke dîroka muzîka Kurdî li Bakurê Kurdistanê.

Sayda Goyan dibêje, “Em dê bigerin û awazên resenên Kurdî yên ji bajar û deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê pêşkêşî we bikin. Di podcasta Awazên Bakur de em dê çand û reseniya bi deng bi wî bidin nasîn û em dê serdana wan dengan bikin ku nehatine bihîstin an jî kêm hatine bihîstin.”

Rûdawî Cîhan

Li cîhanê her roj gelek bûyer diqewimin, dibe ku em tenê digihêjine beşeke wan nûçeyên asayî lê di podkasta Rûdawî Cîhan a Radyoya Rûdawê de rojnamevan û edîtorê dîska navneteweyî ya Rûdawê Lihon Nesredîn heftane, behsa nûçeyên herî girîng ên hefteyê yên ku bandorê li ser civaka Kurdistanê û cîhanê dike, wan hildibijêre û şîrove dike.

Lihon Nesredîn got, “Mijûlahiya jiyanê wiha li mirov dike ku haya mirov ji hemû nûçe û bûyerên li bajarê xwe û li welatê xwe diqewimin jî nabe lê em dê di podcasta Rûdawî Cîhan de, heftane nûçeyên herî girîng û bûyeran hilbijêrin û şîroveyan li ser bûyerên herî girîng ên cîhanê bikin ku dikare bandora rasterast an jî ne rasterast li ser civaka Kurdistanê bike.”

Rûdawî Iraq

Bûyerên ku li Iraqê diqewimin rasterast bandorê li tevahiya başûrê Kurdistanê dikin, edîtorê dîska Iraqê ya Rûdawê Hestiyar Qadir dê heftane agahiyên herî dawî yên li ser bûyerên Iraqê û agahiyên paşperdeyê li ser bûyerên herî girîng ên Iraqê bide û şîrove bike. Her wiha dê di podcasta Rûdawî Iraq de bi mêvanên şareza re li ser bûyerên ku li Iraqê diqewimin biaxive.

Hestiyar Qadir anî ziman, “Li Iraqê her roj bûyerên neçaverêkirî û bilez diqewimin, hinek ji van nûçeyan em tenê di ser re lê dinêrin, di podcasta Rûdawî Iraq de em dê paşxaneya nûçe û bûyeran pêşkêşî we bikin, em dê ji we re zanyariyên ku nehatine gotin bibêjin û diyar bikin ka li pişt nûçeyê çi diqewime.”

Bazar

Çima welatek ji welatekî din pêşketîtir e? Çima kesek ji kesekî din dewlemendtir e û bêhtir qezenc dike? Du firoşkar li kêleka hev in lê yek ji yê din zêdetir qezenc dike. Bûyerên aborî yên herî girîng çi ne û çi bandorê li bazarê û tevgerên bazarê dikin.

Mihemed Şêx Fatih her hefte di Radyoya Rûdawê re dê behsa liv û tevgerên di bazarê de, danûstandin û firotinê bike. Pêşkêşkar dê di podcasta xwe de behsa encamên bûyeran ên li ser bazarê û firoşkaran bike û firoşkar û xwediyê kar çawa dikarin xwe bi bazara cîhanî re biguncînin, da ku bandoreke xirab li ser kar û berhemên wan neke.

Mihemed Şêx Fatih anî ziman, “Di Podcasta Bazarê de, bala me ya sereke li ser wê yekê ye ku welatî, xwedî kar û bazirgan çawa dikarin xwe bi guhertinên bazarê û tevgerên bazarê re biguncînin. Her wiha em dê behsa bûyerên herî girîng û pêşhatên hefteyê gotûbêj bikin ku bandorê li rewşa aborî ya welêt û welatiyan bike.”

5 Xulek

Podcasta 5 Xulek her roj dê di du demên cuda de ji aliyê Edlîn Qasim ve di Radyoya Rûdawê de bê pêşkeşkirin. Podcasta 5 Xulek aliyekî din ê nûçeyan e û rojane dê di nava pênc xulekan de nûçeyên herî dawî û girîng ên her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ji bo guhdarên Radyoya Rûdawê bên pêşkêşkirin.

Çavê Sêyem

Çavê Sêyem podcasta guftûgoyê ye ku dê ji aliyê rojnamevan û Berpirsê Dîska Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê Hisên Omer ve bê pêşkêşkirin û dê li ser pêşhatên herî girîng ên siyasî, civakî û aborî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku bandorê li rewşa Rojavayê Kurdistanê dikin raweste û bi mêvanan re şîroveyên objektîf ên li ser bûyeran bê kirin.

Hisên Omer got, “Di Çavê Sêyem de, ez dê bi mêvanên xwe re bûyerên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî bêalî şîrove bikin û dê behsa bandorên wê yên li ser civaka Kurdistanî ya Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Yarîgey Rûdaw

Her hefte rojnamevanên Dîska Werzîşê ya Tora Medyayî ya Rûdawê dê bi rêya podcasta Yarîgey Rûdaw nûçe û bûyerên werzişî gotûbêj bikin. Pêşkêşkarên Yarîgey Rûdaw dê behsa lîg û lîstikên cîhanî yên ji bo we girîng in bikin, ew dê pêşhatên werzişî şîrove bikin û zanyariyên nebihistî ji we re bibêjin.

Doctor Online

Podcasta Doctor Online podcasteke tenduristiyê ya heftane ye ku ji aliyê Dr. Ranya Rizgar ve tê amadekirin û pêşkeşkirin. Bi rêya podcasta Doctor Online dê behsa nexweşiyan bê kirin û bi mazûvaniya pisporan, nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê dê bêne gotûbêjkirin. Di podcasta Doctor Online de, bala sereke li ser hişyariya tenduristiyê û xwe parastina ji wan xeletiyên dibe ku civak rûbirû bimîne û xwe neparêze.

Dr. Ranya Rizgar got, “Podcasta Doctor Online projeyeke tenduristiya dîjîtal e. Di vê podcastê de em balê dikişînin ser nexweşî û şewbên herî girîng û eşkere yên ku civak pê dikeve. Armanca me ya di Doctor Online de ew e ku welatî û nexweş xwedî hişyariya pêwîst bin di parastina tenduristiya xwe de.”

Be Katî Amed

Podcast Be Katî Amed podkasteke heftane ye ku girîngiyê dide bûyerên civakî, aborî, siyasî û çandî yên Bakurê Kurdistanê. Di podcasta Be Katî Amed de bûyerên herî girîng ên hefteyê dibine rojev û şîrove li ser tên kirin. Maşallah Dekak heftane bi rêya podcasta Be Katî Amed bi mêvanên xwe re bûyeran şîrove dike û nîqaşan li ser dikin.

Maşallah Dekak got, “Podcasta Be Katî Amed ji podcastên din cudatir e. Hewldanek e ku bûyerên herî girîng û pêşhatên Bakurê Kurdistanê dê gotûbêj bike û bike rojevê. Di podcasta Be Katî Amed de em dê behsa mijarên siyasî, civakî, aborî û çandî yên ku bandorê li ser jiyana welatiyên Bakurê Kurdistanê dikin, bikin.”

Be Katî Silêmanî

Podcasta Be Katî Silêmanî podcasteke hefteyî ye ku dê ji aliyê rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê Aso Serawî ve bê pêşkêşkirin. Aso Serawî her hefte dê bi mêvanên xwe re behsa bûyerên herî girîng ên siyasî, civakî, xizmetguzarî, tenduristî û aborî bike ku bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyên li Silêmaniyê dijîn bike. Podcasta Be Katî Silêmanî dê li ser xizmetguzarî û jiyana rojane ya welatiyên Silêmaniyê raweste.

Aso Serawî anî ziman, “Di podcasta Be Katî Silêmanî de, em dê hewl bidin ku li ser pirsgirêkên herî diyar ên parêzgeha Silêmaniyê yên di nava hefteyê de gotûbêjeke berhemdar bikin. Her wiha em dê bi mêvanên xwe re şîrove û gazincên welatiyên Silêmaniyê û derdora wê bişopînim.”

Be Katî Duhok

Be Katî Duhok podcasteke hefteyî ye ku ji aliyê Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Duhokê Nasir Elî ve tê pêşkêşkirin. Nasir Elî her hefte dê behsa pêşhatên herî girîng ên siyasî, civakî, xizmetguzarî, tendirustî û aborî bike ku bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyên ku li Behdînan û Deşta Neynewayê dijîn dike. Podcasta Be Katî Duhok dê li ser xizmetguzarî û jiyana rojane ya welatiyên Duhokê, devera Behdînanê, Deşta Neynewayê û Şingalê raweste.

Nasir Elî got, “Di podcastê de em dê li ser pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî yên parêzgeha Duhokê û devera Behdînanê rawestin. Em dê hewl bidin bibin platforma welatiyên parêzgeha Duhokê, devera Behdînanê, Deşta Neynewayê û Şingalê.”

Legel Adem

Adem Bêdar dê bi rêya podcasta Legel Adem heftane, bi mêvanên xwe re guftûgo li ser bûyerên di civaka Kurdistanê de bi mebesta ku têgihîştineke nerm li ser bûyeran hebe ji perspektîfa olan bike ku bandorê li ser aştiya civakî dikin. Podcasta Legel Adem ji bo rêzgirtin û qebûlkirina hemû olên civaka Kurdistanê dê guftûgoyan bike.

Adem Bêdar got, “Di podcasta Legel Adem de, em dê hewl didin ku ji bo têgihiştin û nêrîna hevpar a bûyerên herî girîng ên civaka Kurdistanê ji perspektîfa olan, diyalogeke aştiyane ya berhemdar bikin û girîngiyê bidin nirxên pêkvejiyanê û toleransê.”

Mijar

Podcasta Mijar ji hemû podcast û bernameyên din cudatir e. Di Mijarê de xula yekem a vê podkastê pirsgirêkên welatiyan e, di podcastê de welatî dikarin bi telefonê pirsgirêkên bînine ziman. Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya dezgeh û navendên din ên xwe yên amadekirina nûçe û raportên rojnamevanî dê mijûlî lêkolîna pirsgirêkan û wergirtina bersiva pirsên welatiyan raweste.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst