Berpirsekî DAIŞê li Silêmaniyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Îstixbarata Iraqê ragihand, dadwerê berê yê DAIŞê yê li "Wîlayeta Dicle" ya wê rêxistinê, di operasyonekê de li parêzgeha Silêmaniyê hat girtin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Saziya Îstixbarata Iraqê ragihand, navê wî berpirsê DAIŞê "Îkab Heme Necris" e ku di nava rêxistinê de weke "Ebû Cemal" dihat naskirin.

Îkab Heme Necris berê Dadwerê Şerîetê yê rêxistina DAIŞê ya li "Wîlayeta Dîcleyê" bûye, herwiha berpirsê rêxistinên DAIŞê yên li Mexmûr, Şergat û Cizîre Heze yên li parêzgeha Selahedînê bûye.

Îstixbarata Iraqê diyar kiriye, ew berpirsê DIAŞê di operasyonekê de bi alîkariya Dezgeha Dije Terorê ya parêzgeha Silêmaniyê hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya Îstixbarata Iraqê, Ebû Cemal dema ku dadwerê şerîetê yê DAIŞê bû, hin fetwa li dijî hêzên ewlehiyê dabûn, paşê di sala 2017an de reviyabû Sûriyê û îsal li ser biryara berprisên wê rêxistinê careke din vegeriya Iraqê.