Li Silêmaniyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê ve erd hejiya.

Erdhejeke bi pileya 3.6 ku navenda wê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bû çêbû.

Rêveberê Erdhej û Meteorolojiyê yê Silêmaniyê Aso Kemal ji Rûdawê re ragihand, erdhej îro Înê di demjimêr 08:56an de çê bûye.

Aso Kemal diyar kir ku navenda erdhejê nahyeya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ye.

Aso Kemal destnîşan kir ku erdhej ji ber şikestinên binê erdê çêbûye.