Artêşa Sûriyê û grûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan û Sehl El-Gab şer kirin

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Sûriye El-Fetih El-Mubeen Çiyayê Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer di navbera Artêşa Sûriyê û grûpên alîgirê wê û grûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan û Sehil El-Gab derket.

Li gor çavkaniyên xwecehî,îro 14ê Temûzê şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û girûpên alîgirê wê û girûpa El-Fetih El-Mubeen li Çiyayê Kurdan li gundewarê Laziqiyê û Sehl El-Gab li gundewarê Hemayê derket.

Heman çavkaniyan ragihand, Artêşa Sûriyê navçeyên El-Fatîra, Felifel, Sefuhin û Benîn li Çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê,û hink navçeyên din li Tadîl li gundewarê rojavayî Helebê bombebaran kirin,lê ti zanyarî derbarê ziyanan de nahatine belavkirin.

Duh 13ê Tîrmehê jî Artêşa Sûriyê navçeyên Bînîn, Felifel û El-Fatîra li Çiyayê Zawiye li gundewarê Idlibê topbaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst