Şandeke Wezareta Berevaniya Almanyayê û Wezareta Pêşmerge civiyan

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Herêma Kurdistanê Hêza Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Marcos Lobans li Hewlêrê li gel Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serfermandarê Pêşmerge û fermandarên pilebilind ên Wezareta Pêşmerge civiya.

Nûçegihanê Rûdawê li Hewlêrê Ferhad Dolemerî ragihand, îro Cîgirê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Marcos Lobans gihîşt Hewlêrê û piştre tevî şandeke siyasî, leşkerî ya welatê xwe serdana Wezareta Pêşmerge kir û bi Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û Serfermandarê Pêşmerge Îsa Uzêr re civiya.

Di civînê de gotûbêj li ser hevkariya artêşa Almanyayê bo hêzên Pêşmerge, hevahengiya di warê rûbirûbûna DAIŞê û terorê de, reforma di Wezareta Pêşmerge de hatiye kirin, herwiha behsa kordînasyona di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Almanî de jî hatiye kirin.

Di civînê de Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand ku peywendiyên wan ên li gel Almanyayê kevn in, lê bi taybetî piştî şerê DAIŞê peywendiya wan bihêztir bûye û ew weke hêzên Pêşmerge alîkariyên Almanyayê yên di warê çek, lojestîk û rahênanê de ji bîr nakin.

Piştî civînê jî di preskonferanseke hevbeş de Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanyayê Marcos Lobans ragihand ku wan di civîna xwe de behsa piştevaniya bo hêzên Pêşmerge kiriye û dê ew piştevanî jî her berdewam be.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn jî diyar kir ku serdana şanda Wezareta Berevaniya Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge, peyameke girîng a piştevaniyê ye.

Di derbarê hevahengiya li gel hêzên Iraqê de jî Serbest Lezgîn diyar kir ku di civîna doh a li gel berpirsên leşkerî yên Iraqê de û herwiha di civînên beriya vê de jî ji bo nehiştina valahiya emnî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de pêngavên girîng hatine avêtin.

Di 9ê Çileya 2022an de Wezîra Berevaniya Almanyayê tevî şandeke payebilind a welatê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi berpirsên pielbilind ên Herêma Kurdistanê re civiyabû.

Piştî wê serdanê, hikûmeta Almanyayê projebiryarek ji bo mana hêzên wî welatî li Herêma Kurdistan û Iraqê pêşkêşî parlamentoya federal a Almanyayê kir û di parlamentoyê dema mana wan hêzan li Iraq û Herêma Kurdistanê heta neh mehên din wate heta 31ê Cotmeha 2022an dirêj kir.

Nêzî 100 şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ne û rahênan û perwerdeya leşkerî didin hêzên Pêşmerge.

Ji sala 2014an ve ku DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir, Almanya yek ji welatên sereke ye ku di şerê li dijî DAIŞê de piştgirî daye Hewlêrê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst