Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

14-07-2022
RÛDAW
Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin
Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin
Nîşan Hêza Pêşmerge Mexmûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, di tolhildana 10 Pêşmerge û sê birayên ku sala borî li gundê Xidircîce ya Mexmûr a Başûrê Kurdistanê hat şehîdkirin de 2 çekdarên DAIŞê yên ku serkirdayetiya wê êrîşê kirine hatine kuştin.

Şeva Pêncşema 2ê Berfanbara 2021an çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Xidircîce ya Mexmûrê kiribûn û di êrîşê de 10 Pêşmerge û 3 birayên bi navê Azad, Barzan û Nazim şehîd ketibûn.

Li gorî daxuyaniyeke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, wan çekdaran xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Iraqê de xwe veşartibûn lê bi hemahengiya Hevpeymanan û hêzên Iraqî cihên wan hatine diyarkirin û du ji wan çekdaran hatin kuştin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, wan di êrîşa tolhildanê de Haçim Mihemed Reşîd Rebî El-Ishaqî û 3 çekdarên din ên ku yek ji wan serkirdeyê mifrezeyên DAIŞê Salih Mehmûd Etiye Cibûrî bû li Çiyayê Qereçoxê kuştine.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku kesekî din ê bi navê Q. Y. H. A. jî girtine ku ew li xwe mikur hatiye ku alîkariya lojîstîkî bo çekdarên DAIŞê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst