Qedexeya nêçîra masiyên Gola Wanê bi dawî hat

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Masî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek ji masîgirên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di belemên xwe yên li ser Gola Wanê de amadekariyan bo nêçîra masiyên kefal dikin ku take deriyê Wan ê dahatê ye. Salane ji 15ê Nîsanê heta 15ê Temûzê bi armanca zêdebûnê, nêçîra masiyên golê tê qedexekirin.

3 meh in çavê masîgiran li benda temambûna wê qedexeyê bû lê niha kêfxweş in ku ew qedexe bi dawî bûye û bi hêvî ne ku Gola Wanê îsal jî weke salên borî xêr û bereketa xwe nîşanî wan bide.

Masîgir Umît Teran anî ziman, “Kelecanek ligel me hebû ku em dê kingî masiyan derxin û bixin nav bazarê. Em dê bibjin bismillah torên xwe berdin nav avê. Xwedê nesîbê me bide. Ez hêvîdar im ku salek bi xêr û bereket be.”

Hinek masîgir di dema qedexeyê de  pabend nebûn û cardin li ser nêçîrkirina masiyan berdewam bûn. Lê berpirsên parêzgehê dibêjin beşeke zêde ya wan kesên ku qedexe binpêkirine hatine cezakirin û dest bi ser bi dehan ton masî û kelûpelên masigiriyê de hatiye girtin.

Rêveberê Şaxa Berhenêmên Avî yê Wanê Muhamet Demîr got, “Di Serdema qedexeya nêçîrê ya ji 15ê Nîsanê heta 15ê Temûzê de bo 230 kesan derdora 750 hezar lîre cexzayê pere hatiye dayîn. Dest bi ser 258 kelûpelên nêçîrvaniyê de hatiye girtin. Herwiha 65 ton mirî 45 ton  jî zindî bi giştî dest bi ser 110 ton masî de hat girtin.”

Derdora Gola Wanê 430 kîlometre ye û hersal zêdeyî 10 hezar ton masî ji vê golê tên  nêçîrkirin. Dahata wan masiyan ji bo parêzgeha Wanê salane derdora 10 milyon dolar e. Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Wanê nêzîkî 15 hezar kes debara xwe bi nêçîrkirina masiyên Gola Wanê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst