Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî kir û herdu aliyan di civînekê de rewşa siyasî, emnî û aborî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê pêştir ê Iraqê Heyder Ebadî kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî “rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Iraqê” gotûbêj kirin û tekezî li ser “giringiya berdewamiya gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê kirin.”

Herdu aliyan herwiha di vê hevdîtinê de, alîkariya hemû aliyên Iraqî ji bo derbaskirina krîzan û çareserkirina pirsgirêkên welat bi giring dîtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî herwiha behsa proseya siyasî û hilbijartina pêşwext li Iraqê, metirsî û gefên terorê û têkoşîna li dijî DAIŞê jî kirine.

Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê pêştir ê Iraqê Heyder Ebadî bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye û li Silêmanî û Hewlêrê hejmarek hevdîtin bi berpirsên siyasî yên Kurdistanê û serkirdeyên partiyên siyasî re pêk aniye.