Rewşa koçberên Kurdên Êzidî li kampa Serdeştê xirab e

14-07-2021
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Ev 6 sal in çadirên koçberên li Kampa Serdeştê nehatine nûkirin
Ev 6 sal in çadirên koçberên li Kampa Serdeştê nehatine nûkirin
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal Kampa Serdeşt
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Piştî 6 salan ji êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê, heya niha nêzîkî 450 malbat li Kampa Serdeştê li ser çiyayê Şingalê dijîn û ev dema 6 mehan e ku alîkarî li ser wan hatine qutkirin.

Koçberên Şingalê gazinan ji bilidnbûna pileyên germayê dikin lê ew nikarin vegerin ji ber ku li gorî gotina wan ne ewlekarî heye û ne jî xizmetguzarî têne pêşkêşkirin bi taybetî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.

Ev çend sal in derdora 450 malbatên koçber li Kampa Serdeştê li serê Çiyayê Şingalê dimînin û ev 6 meh in alîkariyên hikûmet û rêxistinên navdewletî û navxwe jî ser bi wan hatine rawestandin.

Koçbera bi navê Macide Muhsin dibêje: “Xwîşk û birayên min ji ber germahiyê nikarin birazin, tu jî dizanî li nav vî çiyayî em di çi halî de ne. Dinya geleke germ e, û rewşa me nikare xirabtir bibe. Kesê ku alîkariya me bike em dê spasiya wan bikin. Niha derfetên vegerê jî nînin. Ma dê vegerin çi bikin, em dê dîsa bêne kuştin.”

Piraniya xaniyên koçberan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin û şewitandin.  Beşek ji wan malbatên vedigerin bo ser mal û milkê xwe ji ber nemana xaniyên xwe her dîsa di çatira de dimînin.

Koçberê Kamûa Serdeştê Berekat Hecî jî got: “Rewşa li Çiyayê Şingalê geleke dijwar e, ne hikûmet û ne jî rêxistin alîkariya me nakin. Wezareta Koç û Koçberan alîkariya me dikir ew jî niha rawestiya ye û jixwe hikûmet yek car alîkariya me nake.”

Koçberê bi navê Salim Yûsif jî dibêje: “Beşek ji me vegeryane bo ser malên xwe li her di çatiran de dimînin ji ber ku xaniyên wan hilweşiyane. Herwiha xizmetguzarî ji bo hinek gundan nehate kirin, av nîne, elektrîk nîne wate li wê derê jî hikûmetê tiştek ji me re nekiriye.”

Li gor amarên kargîriya Mûsil deriyê 14 kampên li sînorê wê parêzgehê bi fermî hatine girtin. Kampa Ced û Kmapa Hemam Elîl li sînorê Mûsilê mane, lê hikûmeta Iraqê hewl dide wan jî bigire.

Berpirsê Ofîsa Wezareta Koç û Koçberan li Şingalê Elî Şeibo jî got: “Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û Wezareta Koç û Koçberan ve biryar hat dayîn ku alîkariya bo koçberên li Çiyayê Şingalê bêne qutkirin û kampên wan jî bêne girtin.”

Ev 6 sal in çadirên koçberên li Kampa Serdeştê nehatine nûkirin û ew jî neçar mane li nav çadirên xiran de bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst