Li Amedê hejmarek çalakvan û siyasetmedarên jin hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di demjimêrên serê sibehê de polîsên Tirkiyê bi ser gelek malan de girtin û Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan jî di nav de gelek jin desteser kirin.

Îro Sêşemê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navend û navçeyên Amedê bi ser gelek malên siyasetmedar û çalakvanên jin ên Kurd de girtin.

Piştî pişkinîna malên wan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, Endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Aktîvîsta TJAyê Zekiye Guler û gelek jinên din hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan bi ser malên rêvebera TUAY-DERê Bahar Akyapi û Hevseroka HDPê ya Sûrê Hatûn Yildiz de jî girtine, lê ji ber ew li mal nebûne, nehatine desteserkirin.

Derbarê sedema girtina wan de hêj ti zanyarî nehatiye zanîn.