Encûmena Wezîran yekemîn civîna xwe saz dike

Hewlêr (Rûdaw) - Civata wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemî yekemîn civîna xwe ya fermî lidar dixe û wezîreka kabîneyê jî da xuyakirin, wezîr dê bêne erkdarkirin ku plana karê xwe yê 4 salên bihê amade bikin û pêşkêşî serokwezîr bikin.

 

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê, Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re ragihand, roja duşemiyê civata wezîran yekemîn civîna xwe ya asayî encam dide û got: “Di civîna sibê de her wezîrek pilana destpêkê ya karê xwe pêşkêş dike.”

 

Wezîra Çandiniyê ew yek jî eşkere kir ku di civîna civata wezîran de, wezîr dê bêne raspartin bo danîna pilaneke stratejîk bo 4 salên bihê û da xuyakirin, her wezîrekê 30 roj hene bo nivîsîna vê pilana stratejîk ku bo 4 salan kar li ser bike.

 

Roja 10ê Tîrmeha 2019an, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê baweriy parlamentoyê bidest xist.