Firokeyên Tirkiyê deverên nêzîkî Şêladizê bordûman kirin

Duhok (Rûdaw) – Firokeyên Tirkiyê devera Geliyê Balinda yê ser bi bajarokê Şêladizê bordûman kir. Alîkarê Rêveberê Tendirustiya Amêdiyê ragihand: “Ji ber bordûmanê ti zirareke canî negihîştiye xelkê sivîl.”

 

Welatiyê bi navê Xalid Rêkanî ji Rûdawê re ragihand ku roja 14-07-2018an di saet 00: 15ê de firokeyên Tirkiyê devera Geliyê Balinda bordûman kirin û cihê ku hate bordûmankirin ji kîlometreyeke kêmtir ji gundê Sîriyê yê ser bi bajarokê Şêladizê dûr e û xelkê wê herêmê bi awayekî berdewam di wê deverê re hatûçûnê dikin.

 

Alîkarê Rêveberê Tendirustiyê yê Amêdiyê Derwêş Sîrî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî bordûmanê me çend ambulans şandin cihê bûyerê, lê zirar negihiştiye canê ti kesî, tîmên me jî heta sibehê di amadebaşiyê de bûn.”

 

Li gor lidûvçûnên Rûdawê tenê îsal Tirkiyê 86 car, gund û deverên ser bi navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê bordûman û topbaran kiriye, ji bilî zirar û xisarên madî, 10 welatiyên sivîl hatin kuştin û 3 welatî jî birîndar bûn.