Di navbera pêşmerge û leşkerên Îranê de şer derket
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Supaya Pasdarên Îranê de pevçûn derket. Hate ragihandin, ku di encama şer de çend pasdarek hatine kuştin.
Fermandeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya HDKê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îro Şemî, demjimêr 19.30ê êvarê li navçeya qontara Şaho ya bajarê Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê, pêşmergeyên HDKê êrîş birine ser hêzekî Supaya Pasdaran. Di encama pevçûnan de 2 endamên Pasdaran hatine kuştin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku yek ji wan kesên hitiye kuştin Dara Weysî yê endamê Kurd ê Supaya Pasdaran e û xelkê wê navçeyê ye.
Herwiha hate ragihandin, ku piştî pevçûnan artêşa Îranê ew navçe topbaran kiriye.
Hevdem Supaya Pasdaran jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku li navçeya Nodşe ya parêzgeha Kirmaşanê di navbera Pasdaran û grûbeke çekdar de şer derketiye û di encamê de 3 endamên wê grûba çekdar û pasdarek hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Qerargeha Necefî ya ser bi hêza bejayî ya Supaya Pasdaran jî ragihadniye, ku ew grûba çekdar çûne nav parêzgeha Kirmaşanê û li gel hêzên wan ketine pevçûnê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku encamekî wê grûbê birîndar bûye û dest danîne ser komek kelûpelên leşkerî.
Di vê debarê de Fermandeyê Hêza Pêşmergeyên HDKê Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, ku li gorî peywendiyên wan ên li gel xelkê wê navçeyê, li navçeya Nodşe ti pevçûn çênebûne û got: “Supaya Pasdaran nûçeyên nerast belav dike.”