Umêd Sebah: Barzanî dê li gel pêkhateyên Nînowa û Kerkûkê bicive

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand, ku derbarê referandûmê de Serok Barzanî dê li gel pêkhateyên bajarê Kerkûkê bicive.

 

Bernameya Li gel Renc a Tora Medyaya Rûdawê ya şeva pênşemê 13-07-2017 taybetî li ser referandûma li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, nêrîna pêkhateyên van navçeyan ên weke ereb, tirkmen, kild û aşûr bû.  

 

Başûrê Kurdistanê biryara referandûmê daye. Lê ji bilî kurdan, neteweyên mîna ereb, tirkmen, kild û aşûrê jî li başûrê Kurdistanê dijîn. Nêrînên cuda yên van neteweyan derbarê cihêbûna Kurdistanê ji Iraqê heye.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di dema beşdarbûna bernameya Renc de, li ser vê mijarê ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijara referandûmê dê li gel eşîrên Deşta Nînowa û Kerkûkê bicive.

 

Hozên ereb ên Kerkûkê, bi rêya serokên xwe ve, piştgiriya xwe ya ji bo hemû projeyên di berjewendiya nîştîmanî de bin, ragihandin. Lê dibêjin, divê di mijara referandûmê de pêwîste zêdetir werin agahdarkirin.

 

Ji aliyê din ve, endamê serkirdetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Şêrko Mîrweys jî got, ku piştî hatina DAIŞê û hatina hejmareke zêde ya koçberên Iraqî, nêrîna pêkhateyên van herêman a derbarê Herêma Kurdistanê de guhertiye.

 

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

 

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.