Salvegera rojiya mirinê ya Girtîgeha Amedê hat bibîr anîn

14-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di Tîrmeha 1982ê de girtiyên Girtîgeha Amedê ji bo ku êşkenceyên giran ên li ser girtiyan şermezar bikin dest bi rojiya mirinê kirin. Di encama rojiya mirinê de Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akif Yilmaz ku pêşengên girîng ên PKKê bûn jiyana xwe ji dest dan.

 

Di 33. Salvegera rojiya mirinê de li ber girtîgeha tîpa E ya Amedê de daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Komeleya 78an ve hat dayîn ku piraniya endamên Komeleyê ji girtiyên wê demê pêk tê.

 

Endamê Komeleya 78aan Ahmet Aniç anî ziman ku berxwedana rojiya mirinê wek bersivek tund bû ji bo ku kesên dixwazin kurdan tine bikin.

 

Di daxuyaniyê de hat amaje kirin ku berxwedana rojiya mirinê da nîşan ku  îradeya girtiyan ew kesên ku êşkenceyên giran dikirin ji bo ku girtî dest ji doza xwe berdin têk birî ye.

 

Her wiha bang hate kirin ku Girtîgeha Tîp E ya Amedê bibe muzexaneya şermê ji bo ku ew bûyerên hovane û îradeya ku girtiyan dayî nîşan newe ji bîr kirin.  

 

Di dawiya daxuyaniyê de kesên ku nasên xwe di girtîgehê de winda kiribûn qernefîl avêtin hewşa girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst