Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu ragihand Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî gotiyê ew dê avakirina hikûmetê cih negirin.
Ahmet Davutoglu duhî dest bi hevdîtinên avakirina hikûmeta hevpeymanî kiribû li navenda giştî ya CHPê bi Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu ra hevdîtinê kiribû. Davutoglu piştî hevdîtina ligel Kiliçdaroglu li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Devlet Bahçelî kir.
Davutoglu piştî civîna ligel Bahçelî li Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku Bahçelî diyar kiriye, gel erka dijbereyê daye partiya wan û ew naxwazin di avakirina hikûmeta hevpeymaniyê de cih bsitînin.
Serokê Giştî yê AK Partiyê herwiha got ewê piştî Cejna Remazanê dîsa serdana Bahçelî bike.
Di hevdîtina ku li meqama Bahçelî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê pêk hat de Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Farûk Çelîk, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Haluk Îpek, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Parlementerê AK Partiyê Lutfî Elvan û Ertan Aydin di nav şanda ligel Davutoglu de bû.
Şanda AK Partiyê duhî bi CHPê re hevdîtin pêk anibû û biryara sibe jî di çarçoveya avakirina hikûmeta hevpeymanî de ligel hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse