Mizgeftên Tirbespiyê di Leyletqedirê de vala man

14-07-2015
RÛDAW
Tirbesbi
Tirbesbi
A+ A-

Tirbesbiyê (Rûdaw)- Ji ber zêdebûna penaberiyê û tinebûna aramiyê li tevahiya Rojava, mizgeftên bajarokê Tirbespiyê di şeva Leyletqedirê de vala bûn.

Şeva Leyletqedir di ola Îslamê de bi hezar mehî ye. Li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê hersal şeva 27an ji meha Remezanê kurd di mizgeftan de kom dibûn û heta sibehê şiyar diman.

Lê di van salên dawî de ji ber zêdebûna penaberiyê û tinebûna aramiyê li tevahiya Rojava, mizgeft nema wek berê vê şevê tije dibin.

Melayê mizgeftê dibêje, berê mizgeftên me ji xelkê dihatin dagirtin, lê niha em dibînin xelkê me gellekî dûrî vê şeva pîroz ketine.

Herwiha yek ji welatiyan dibêje, piraniya xortan bar kirine û xelkê bajêr ji tirsa penaber bûne ji ber ku wek berê aramî nemaye.

Bajarokê Tirbespiyê ku girêdayî bajarê Qamişlo ye, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û beramberî navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye.

Welatiyekî Tirbespiyê ji Rûdawê re got, kurdên Tirbespiyê çûne Başûr û Bakurê Kurdistanê, ti kes li bajêr nemaye. Kurdan her tiştên xwe hîştine û çûne.

Wî welatiyê kurd diyar kir ku ev tiştekî xeter e çimkî Tirbespiyê bajarekî kurdî ye lê demografiya bajêr tê guhertin.

Li gorî welatiyan, niha tenê %10ê bajêr kurd in û yên din jî ereb in

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst