Kar bo bihevguhertina êsîran di navbera YPG û DAÎŞ de berdewame

Kobanî (Rûdaw)- Karê komîteyên ku navbênkariyên di navbera YPG û DAÎŞê de dikin bo bihevguhertina girtiyan berdewame.

Ev demeke ku ew komîteyên ku navbênkariyê dikin bo serbestberdana girtiyên sivîl ên Kobanî li cem DAÎŞê kar dikin, di himber de dê YPG jî çen êsîrên rêxistina navborî berde.

Hewldanên wan komîteyan bi serkeftin naçin serî, cara dawiyê, ji ber ku dema bihevguhertinê ketibû êvarê, ew prose careke din bo roj û demeke nediyar hate rawestandin.