HPG: Li Metînayê 6 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Metînayê 6 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî amarên şerê li Metînayê belav kirin.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan 12ê Hezîranê saet 18:30î bi ser çeperên leşkerên Tirkiyeyê de girtiye.

HPGyê da zanîn ku di vê çalakiyê de 6 lekşer hatine kuştin û çekek giran a A4, bombeavêjek û 3 çeper hatine îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyeyê Xakurk, Gare, Heftanîn û Metîna 7 caran bombebaran kirine.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerên xwe ti daxuyanî nedaye.