RANYE – Tirkiyeyê derdora çend gundan bombebaran kir

14-06-2024
Nîşan Tirkiye Bombebaran Êriş Ranye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî hinek gundên Ranyeyê kir.

Bombebaranê saet 13:20î dest pê kir û gundên Zêwke û Dolî Resûyê yên bajarokê Sengeserê û gundê Paşkotelê yê bajarokê Serkeptanê hatine bombebarankirin.

Birêvebirê Bajarokê Serkeptanê Hêmin Ebdula diyar kir ku ji ber êrişê ti ziyanên canî çênebûne.

Li hêla din, ji ber bombebaranê agir bi dar û devî, pûş û pelaşê gundan ketiye.

Şêniyên Serkeptanê ji Rûdawê re da zanîn ku Tirkiyeyê du caran ew dever bombebaran kiriye û êrişê 15 xulekan ajotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî