Rojavayê Kurdistanê: Asayîşê li ser talan û şelandinê hişyarî da

14-06-2024
Nîşan Rojayaê Kurdistanê Asayîş Hişyarî Talan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser bûyerên wekî talan, kuştin, xwekuştin û şelandinê hişyarî da xelkê.

Beşa Rûbirûbûna Tawanan a Asayîşa Rêveberiya Xweser bala xelkê kişand ser pirsgirêkên wekî kuştin, xwekuştin, talan, dizî û şelandinê û li ser tedbîrên pêwîst agahî dan.

“Divê ew amûr û alavên ku li erdê hene wekî xwe bimînin”

Dîrok Mele Beşîrê ku li Beşa Rûbirûbûna Tawanana a Asayîşa Rêveberiya Xweser serheng e li ser mijarê ev hişyarî dan xelkê:

“Pêdiviyeke cidî heye ku em hişyariyê bidin gelê xwe, cihê bûyerê ji bo derxistina rastiyan girîng e.

Bûyer li kû derê jî rû bide divê gelê me ji bo derxistina rastiyan û pêkhatina edaletê bi Asayîşê re be.

Em ji gelê xwe re dibêjin eger li kolanekê yan li nav malekê hûn rastî kuştinekê yan xwekuştinekê hatin divê cihê sûc bê parastin.

Divê ew amûr û alavên ku li erdê hene wekî xwe bimînin û eger termek an xwekuştinek an diziyek an şewatek çêbûbe divê derdorê neyê paqijkirin.

Ji ber ku rastiyên lêpirsînê li wir tên derxistin divê hûn yekser pêwendiyê li gel Asayîşê bikin da ku tedbîrên pêwîst wergirin.”

Rêveberiya Xweser di çend mehên borî de li Rojavayê Kurdistanê gelek komên şelandin û talankirinê girtin.

“Em van deman rastî tawanên şelandin û talankirinê dibin”

Dîrok Mela Beşîr jî bal kişand ser zêdebûna bûyerên talan, dizî û şelandinê û got:

“Em van deman rastî tawanên şelandin û talankirinê dibin.

Em bi rêya hêz û tîmên xwe van kesan dişopînin û wan dişînin dadweriyê.

“Miletê me wekî pariyekî hêsan dixapînin”

Mixabin ev kom miletê me wekî pariyekî hêsan dixapînin.

Komên talankirinê di dema dawî de li ser torên civakî xelkê me dixapînin û otomobîl, alav û amûr û malên ku ne yên wan in bi heqekî zêde erzan difiroşin wan.

Ev kom piştre wan li kolan û cihên tarî dişelînin an carinan wan birîndar dikin û ev bûyer carinan digihin asta kuştinê jî.

Lewra em ji miletê xwe dixwazin di vî warî de zêde hişyar û şareza bin û nekevin davika van diz û tawankaran û li gel tîmêm asayîşê di pêwendiyê de bin.”

Ji destpêka îsal ve li herêmên di kontrola Rêvberiya Xweser de 43 kesan ji ber bûyerên bi vî rengî canê xwe ji dest daye.

Divê were gotin ku bûyerên dizî, talan, şelandin û kuştinê zêdetir Dêrezor, Hesekê û Reqayê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst