Li Efrînê çekdaran 2 Kurd revandin

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Çekdar Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdaran di bin kontrola Tirkiyeyê de ji 6 rojan ve 2 welatiyên Kurd revandine.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, welatiyên bi navê Arif Mihemed Gedlo yê 52 salî û Mihemed Faruq Gedlo yê 58 salî ev 6 roj in hatine revandin.

Her du kes ji gundê Celemê yê Cindirêsê ne.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ew her du welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Li gorî nûçeyê heta niha çarenivîsa wan her du kesan nayê zanîn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst