Li Girê Spî û Serê Kaniyê xwepêşandan dijî encûmena xwecihî hat kirin

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Girê Spî Xwepêşandan Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedana niştecî û kesên hawirde li navçeyên Girê Sipî li bakurê Reqayê û Serê Kaniyê li bakurê Heseke dijî encûmena xwecihî ya ser bi Tirkiyê ve xwepêşandan kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 14ê Hezîranê bi sedana niştecî û kesên hawirde li navçeya Girê Sipî li bakurê Reqayê û dijî encûmena xwecihî ser bi Tirkiye xwepêşandan kirin, di dema sloganên dijî gendeliyê wek (Gel dixwaze gendelî birûxe) û zêdekirina nirxên hemû keresteyan ji aliyê encûmenê bilind kirin, herwiha kêmbûna nirxên wergirtina berhemên xwe yên çandiniyê jî red kirine.

Hevdem li navçeya Serê Kaniyê li bakurê Hesdeke ya Rojavayê Kurdistanê, bi dehan kes li pêş sayloyên genim li nav bajar xwepêşandan dijî nirxê wergirtina genim ji aliyê hikûmeta demkî ya opozisyonê red kirin.

Duşema borî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê nirxê kirrîna yek kîlo genim ji cotkaran li navçeyên xwe bi 33 sentên Amerîkî destnîşan kiribû, ku nerazîbûneke mezin ji aliyê cotkaran li pey xwe anîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst