Mesrûr Barzanî: Armanca me ew e ku em ji bo xebatkarên kerta taybet ewlehiya civakî dabîn bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Birêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî kir û got ku hikûmet dixwaze hemû xebatkarên kerta taybet tevlî sîstema ewlekariya civakî bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê serdana Birêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî kir û li wê derê çavdêriya proseya çaksazî û çaksazkirina karûbarên ewlekariya civakî û dîjîtalkirina arşîvê kir.

Barzanî li gel Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed û berpirsên wezaretê civiya û piştre serdana beşên birêveberiyê kir wê dezgehê kir û meşandina xebata kontrol kir.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ev proje ji bo zêdetir xizmetkirina karmendên sektora taybet hatiye cîbicîkirin wiha got “Me dît ku ev dosya li cihên cuda ne û karkirina li ser dosyayekê demek dirêj digire. Armanca me ew e ku em van hemû belgeyan bi awayekî dîjîtal bikin ku karê hikûmet û welatiyan hêsan bike.

Herwiha Mesrûr Barzanî dibêje “Hikûmet armanc dike ku hemû karkerên di sektora taybet de di pergala ewlehiya civakî de tomarkirî bin. Ev ê ji hikûmetê re bibe alîkar ku kar biafirîne û alîkariya welatiyan bike ku berê xwe bidin sektora taybet. Ew ne mecbûr in ku hemû tenê biçin sektora giştî da ku di pêşerojê de mafên wan werin parastin.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ji sedî 10ê xebatkarên sektora taybet ewlekariya civakî bi dest xistine. Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku tevlîkirina karmendên sektora taybet di sîstema ewlekariya civakî de, dê mafên wan ên xanenişîniyê jî misoger bike.

Serokwezîr Barzanî got ku ew pereyê ku li ser navê dezgehên ewlekariya civakî tên komkirin ne bac in û armanca wan tenê garantîkirina paşeroja kesên di sektora taybet de ye.