Heseke: Kirêya veguhestina rêwiyan hat zêdekirin

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê kirêya veguhestina rêwiyan di nav bajar û gundan de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate zêdekirin.

Daîreya Veguhestina Navxwe ya Rêveberiya Xweser li nav bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê nirxê veguhestina rêwiyan bi rêya minibusan ji taxan heta nav bajar û ji bajar heta gundewarên derdorê zêde kir.

Li gor pênaseya Daîreya Veguhestina Navxwe ya Rêveberiya Xweser, kirêya rêwiyekî bi minibusan ji taxan heta nav bajarê Heseke ji 500 lîreyan bûye 700 lîre û ji bajar heta gund û bajarokên li derdorê ji 700 lîreyan bûye 1000 lîre.

Zêdebûna kirêya rêwiyan bi rêya minibusan daxwaza wan şofêrên ku li ser hêlên navxwe kar dikin bû, bi hinceta bilindbûna nirxê dolar beramber nirxê lîreyê Sûrî ye ku niha zêdetirî 9000 lîre beramberî 1 dolarî li bazarê danûstandin pê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst