Îran destkariyê di gora Jîna Emînî de dike; xelkê Seqizê dikanên xwe venekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî guhertinên şaredariyê, li derdora gora Jîna Emînî ku bûye sembola xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xelkê Seqizê ji bo şermezarkirina rewşê rojekê bazar û dikanên xwe venekirin.

Berî niha cama Gora jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê, bi tohmeta cilûbergên wê ne li gor hîcaba îslamê ye hatibû desteserkirin û piştre canê xwe ji dest dabû, ji aliyê kesek an jî hin kesên nasnameya wan nehatiye zanîn ve hatibû şikandin.

Hefteya borî jî kesên ku çûn serdana goristana Jîna Emînî ya li goristana Ayiçî ya bajarê Seqizê, vê carê dîtin ku dozerên şaredariyê li dora gorê gir çêkirine.

Çalakvanên sivîl ên ji Seqizê amaje bi wê yekê dikin ku şaredariyê li derdora gora Jîna Emînî di bin navê "vekirina cihê goristana nû" de xendek kolane û armanca wan ji wê sînordarkirina serdana xelkê ye.

Li ser banga bi vê mebestê, esnafên bajarê Seqizê duh li seranserê bajêr ji bilî dermanxane û firinan deriyê dikan û kargehên xwe venekirin.

Ji aliyê din ve grevên Seqizê hevdem bû bi rojbûna Danyal Paybendî yê 17 salî ku par di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû.

Bi vê armancê dayîkên kesên di xwepêşandanên Sine, Dîwandere, Dêwlan û bajarên derdorê de jiyana xwe ji dest dane, li goristana Ayiçî hatin bev hev û cangorî bi bîr anîn.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî roja 13ê Îlona 2022yê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê bi tohmeta cilûbergên wê li gor hîcaba îslamê nînin, hatibû desteserkirin û piştî ku bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû.

Pizîşkiya Dadê ya Îranê di rapora xwe ya derbarê canjidestdana Jîna Emînî de ragihandibû ku ew keça 22 salî ya Kurd berê nexweşî pê re hebûye û ji ber wê nexweşiya xwe canê xwe ji dest daye, lê malbata Jîna Emînî wê raporê red dikin û dibêjin, Jîna di dema desteserkirinê de hatiye kuştin.

Cenazeyê Jîna Emînî di 17ê Îlonê de li bajarê Seqizê hatibû veşartin. Piştî merasima cenaze li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.