Jinekê bi destê xwe hevjînê xwe zewicand

14-06-2023
RÛDAW
Jinekê hevjînê xwe zewicand
Jinekê hevjînê xwe zewicand
Nîşan Sîdekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di van rojên dawî de, mêrek piştî ku zewaca duyem kir, proseya zewaca wî bû mijara nîqaşê di nav gel de û li ser tora civakî, ji ber ku hevjîna wî ya yekem razî bû û hemû karûbarên zewacê jî rêk xist.

Malbat li Sîdekan a ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê dijî. Hevjîna Sîrwan a yekem Zehra ji Rojhilatê Kurdistanê ye û hevjîna wî ya duyem Ehlam jî ji Hewlêrê ye.

Hevjîna Sîrwan a yekem Zehra Yûsif got, “Ez ji bo salon, kirîna cilan û her tiştî pê re bûm, ji bo her tiştî em bi hev re çûn lê min tenê tiştek ji Sîrwan xwest ku min bişîne Hecê. Divê wê ji min re bike.”

Hevjîna Sîrwan a duyem Ehlam Reşîd jî li ser zewaca xwe got, “Ez û Zehrayê em bi hev re axivîn û me soza xwişkiyê da hev, piştre min jê re got guh nede gotinên xelkê, ez û tu wek xwişk in. Sîrwan jî tekaneyê malê ye û em ê çiyayan li pişta wî bin.”

Di ser daweta Sîrwan re 6 roj derbas bûn û her du jinên wî ew girtine û derfeta wî ya çûyîna derve kêm kirine.

Sîrwan jî li ser vê rewşê anî ziman, “Ev şeş roj in ez her li malê me, mecala min a derketina derve nîne, ez li malê me, divê ez herim cem wê û vegerim cem vê. Çavekî min ê vê û çavê min ê din ê wê ye. Ez pir ji wan hez dikim û heta mabim ez ê xizmeta wan bikim.”

Bavê zava jî handerekî din bû ku kurê wî bi zewaca duyem bike, Xano Sidîq got, “Tenê bapîrê min sê caran zewiciye, ez di ciwaniya xwe de hejar bûm û ji cih û warên xwe bibûm, ji ber vê yekê ez careke din nezewicîm. Niha jî bi dilê min e lê kurê min a duduyan anî.”

Li gorî yasayan; ji bo anîna hevjîna duyem divê razîbûna hevjîna yekem li ber dadger were wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst