Doza şewitandina 3 penaberên Sûrî hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn rûniştina doza şewitandina sê penaberên Sûrî li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê birêve çû.

Di 16ê Mijdara 2021an li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê 3 ciwanên Sûrî yên bi navên Mamoun al-Nabhan (23), Ahmed Al-Ali (21) û Muhammed el-Bish (17) ji aliyê kesekî ve hatibûn şewitandin.

Pêşî sedema bûyerê wek şewitandina sobeya elektrikê hatibû destnîşankirin. Lê rastiya bûyerê ancax piştî 35 rojan bo malbat û raya giştî hatibû eşkerekirin. Lewra nîjadperestek Tirk cihê ku penaberên Sûrî lê diman bi benzînê şewitandibû.

Kesê ku penaberên Sûrî şewitandibûn, piştî ku di 30ê Mijdara 2021an de ji ber bûyereke din hat binçavkirin, li xwe mikur hat ku wî karkerên Sûrî şewitandiye.

Di îfadeyên xwe de, li xwe mikur hatibû ku tu dijminatiya wî bi karkerên sûrî re tunebûye, ku ew wan nas nake û tenê ji ber ku ew penaberên sûrî bûn, wî ew şewitandin.

Piştî bûyerê 12 meh şûnde îdianame hat amadekirin û doz hat vekirin. Yekemîn rûniştina dadgehê piştî 14 mehan di 1ê Adara 2023an de hat dîtin. Rûniştina duyemîn îro 14ê Hezîrana 2023yan de hat dîtin.

Ji ber ku bersûc parêzerê xwe ji erkê kişand, rûniştin bo 4ê Cotmeha 2023an hat paşxistin.

Bersûc Kemal Korukmaz di rûniştina 1ê Adarê de derbarê îfadeyên ku berê dabûn de bersiva pirsan neda û îdia kir ku ew endamê JÎTEMê ye.

Platforma Piştgiriya Penaberan a Îzmîrê beriya rûniştina dozê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de diyar kiribû ku dibe ku ev yek bûyereke nefretê be.

Heriwha Platformê ragihand ku hin derdoran hê ji destpêkê ve daxuyanî dane û diyar kirin ku bûyer qeza ye û derûniya bersûcî kujer ne baş e lê ji aliyê Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Manîsayê ve bo Korukmaz rapora saxlemiyê hatiye dayîn.