Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Sêrtê ragihand ku hemû corên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.
Li Sêrtê hemû corên meş, civîn, çalakî, xwepêşandan û rêwresmên pêşwazîkirinê bi hinceta “ewlehiya raya giştî” ji 13ê Hezîrana 2023 demjimêr 00:01 heta 27ê Hezîrana 2023an demjimêr 23:59 bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Sêrtê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û ragihand ku biryara qedexeyê bi hinceta rêgirtin li “çalakiyên tundûtûjî û xwepêşandanên” ku tê çaverêkirin ji aliyê “alîgirên rêxistinên terorê” ve bên kirin hatiye wergirtin.
Biryara qedexeyê çalakiyên fermî yên saziyên hikûmetê û çalakiyên ku ji aliyê parêzgarî û qeymeqamtiyan ve destûr bê dayîn li xwe nagire.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexekirina çalakiyan ev çend sal in bi hincetên emnî tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse