Kêmbûna geştên asmanî li Wanê bûye rojev

14-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê pirsgirêka nebûna geştên asmanî û buhabûna nirxê bilêtan li ser medyaya civakî bi haştaga #VanUçamiyor (Wan Nikare Bifire) kete rojevê.

Li wê parêzgehê, ji sala 2019an ve dixwazin balafirgeha bajar mezin bikin û ji ber vê hejmara geştan hatiye kêmkirin û nirxê bilêtan jî giran bûne. Xelk beriya geştê bi rojan jî bilêtan peyda nake.

Piraniya rexneyan li ser wê yekê ne ku hejmara niştecihên wî bajarî milyonek û 200 hezar kes e, lê xizmetguzariya pêwîst jê re nayê kirin û xemsariyeke zêde li hemberî wan heye.

Serokê Rêkxistina CHPê ya Wanê Seracettin Bedirhanoglu li ser hesabê xwe yê tiwetterê dibêje, Wan nikare bifire ji ber ku bilêt buha ne, geşt kêm in, salonên balafirgehê teng in.

Serokê Komeleya Otêlvanan Reşat Yeşilagaç jî dibêje, heta 10 rojên din jî ji Wanê bo Stenbol û Enqerê bilêt û cih nîne, balafir tijî ne.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç jî gotiye, wan gelek pirsname li ser vê mijarê pêşkêş kirine, lê bersivên kopy past wergirtine. Wan tê cezakirin, lê divê temamê hêza Wanê bibe yek kom bibe û ewê jî hewlên pêwîst bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst