Reha Ruhavioglu: Dixwazin dîrok û bîrê tine bikin

14-06-2022
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Reha Ruhavioglu nerazîbûn li hemberî guherandina navê Taxa Kitilbîlê ya Sûrê Amêdê Mesele ne guhertina navê Kitibilê ye, tinekirina dîrok û bîrê ye
Reha Ruhavioglu nerazîbûn li hemberî guherandina navê Taxa Kitilbîlê ya Sûrê Amêdê Mesele ne guhertina navê Kitibilê ye, tinekirina dîrok û bîrê ye
Nîşan Taxa Kitilbîlê Sûr Amed Reha Ruhavioglu Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Reha Ruhavioglu nerazîbûn li hemberî guherandina navê Taxa Kitilbîlê ya 400 salî ya li navçeya Sûra dîrokî ya Amedê  nîşan da. Ruhavîoglu ev biryara Şaredariya Sûrê weke "jinavbirina dîrok û bîra gelan" bi nav kir û got ku divê  paşde gav bê avêtin.

Li navçeya Surê ser bi parêzgeha Amêdê ya Bakurê Kurdistanê navê Taxa Kitilbîlê ji aliyê Şaredariya Surê ve ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin wek "Taxa Fetih" hat guhertin. Li gor agahiyan navê taxê bi biryara serokê encûmenê û du endaman bi hinceta "zehmet tê gotin" hat guhertin.

Her çend sedema biryarê weke "zehmetiya bilêvkirina navê wê" hatibe nîşandan jî, ev biryar bû sedema nerazîbûna beşeke mezin a niştecihan.

Yek ji wan kesên ku nerazîbûn li hemberî biryarê nîşanî  da şêniyê taxê û yek ji damezrînerên Kompaniya Lêkolînê ya Rawestê Reha Ruhavioglu bû.

Derbarî vê mijarê de Reha Ruhavioglu ku bû mêvanê bultena Rûdaw TV, got ku di bin navê "modernîzasyonê" de gelek navên cihan ên Kurdî, Lazî, Çerkezî û zimanên din hatine guhertin.

Ruhavioglu got, “Nasnameya Amedê ya Îslamî jî heye, dixwazin vê yekê derxin pêş. Di vê çerçoveyê de ev biryar dan ku navê Fetih li cihê ku arteşa îslamî ketîya bajêr lê bikin. Lê belê ev biryar ji aliyê sê kesan ve hat dayîn. Ev di nav rêveberiya şaredariyê de ne. Lê em dizanin ku îro şaredarî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ne yên hatine hilbijartin. Eger sibe hilbijartin çêbibe dê ev rêveber biçin. Weke din  yên ku biryar dane gelê li vê taxê dijîn? Bi texmîna min ew li vir najîn. Ez li wê taxê dijîm, haya niştecihên taxê ji vê biryarê nîne. Yanî ji cihê rûniştine biryareke keyfî dan û bi cih anîn.”

Ruhavioglu da zanîn ku rêya 100 metre jêra mala wî hêj asfalt nebûye û got, "Şaredarî ku ji aliyê kê ve bê birêvebirin bila bibe, li şûna bikev li pey mijarên populîst, bila xizmetê bike.”

Akademisyênê Kurd diyar kir ku taxa Kitilbîlê berê gundekî ku Ermenî û Suryanî lê dijiyan, lê navê wê dîrokî ye û got: “Wan sedema vê biryarê bi zehmetiya bilêvkirina nav ve girê dan. Lê ew bilêv nakin, kesên ku li wir dijîn bilêv dikin. Lê eger niyeta guhertinê hebe, gelek hincet hene. Ji gundê bavê min re jî digotin Xerabreşkê, lê guherandine û kirine Aşagi Dilimli. Dema ku em bi bavê xwe re derbasî gund bûn, min jê pirsî ku Aşagi Dilimli li ku ye, wî got ku ez nizanim. Ji ber vê yekê gava ku ew navekî diguherînin, bîranîn, dîroka cîhê jî reş dikin.”

Ruhavioglu eşkere kir ew dê der barê mijarê de giliyê xwe bikin û got, “Yên ku ev biryar dane, bi danîna naveke Îslamî dixwazin bertekan kêm bikin. Lê ev ne meseleyeke olî ye, meseleyeke siyasî ye. Bi vê biryarê hûn dîrok û hafizeya wê derê ji holê radikin. Hûn bêyî ku bi raya giştî re bişêwirin biryarê digirin. Her wiha kesên ku biryar dane ji aliyê gel ve nehatine hilbijartin. Tevahiya meselê pûç e û divê ji vê xeletiyê vegerin. Dema ku nav diguhere, travmaya ku di dema borî de bi hezaran navên cihan hatine guherandin jî zindî dibe.”

Herî dawî akademîsyen Ruhavioglu got, "Eger niyeta wan baş be, şaredarî dê bi referandûmê raya gel werbigre. Dema otobusek tînin, ji raya giştî tê pirsîn ka rengê wê çi be. Lê di mijareke wiha ya girîng de bêyî ku ji raya giştî were pirsîn biryar têne girtin. Ev nîşana hizirkirinê ye û divê ji wê yekê paşde gavê bavêjin. Eger ku dixwazin navekî îslamî li cihekê bikin, bila taxeke nû çêkin an jî bila li bulvarek bê kirin. Lê dayîna biryareke bi vî rengî xelet e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst