Rojava – Li kampa Roj a malbatên DAIŞî şewat derket

14-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi kampa Roj a malbatên çekdarên DAIŞê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ket û di encam de hejmarek kon şewitîn.

Çavkaniyên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê belav kirine ku roja Duşembê li kampa Roj a malbatên çekdarên DAIŞê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê şewat derket.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, agir li beşa Jinên DAIŞî yên Frensî derketiye.

Di encama wê bûyera şewatê de sê konên li kampê şewitîne, lê ti zirareke canî nebûye û zirar tenê madî bûye.

Li gor amaran, li kampa Roj 727 malbatên DAIŞî hene ku nifûsa wan dike 2310 kes, ji wê hejmarê jî 1582 zarok in û ji 62 welatên biyanî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst