Tirkiye gefên encamdana operasyoneke nû li Til Rifet dixwe

Hewlêr (Rûdaw) - Til Rifet û Minbc, ji bajarên jêr dûrbînên Tirkiyê de ne ku bi oprasyonekê bihên dagîrkirin. Civaka navdewletî û hikûmetan jî di asta dilgiraniyê de helwestên xwe nîşand dane û zêdetir dibêjin ku ew hana Tirkiyê didin operasyoneke din li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê encam nede. Lê ti hişyariyeke cidî ya wan welatan bo Tirkiyê nehatiye dîtin.

Tevê ku Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gotine ku ew dê rûbirûyê êrîşeke çaverêkirî ya Tikriyê bibin, lê heta niha hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi awayeke diyarkirî li ser alîkarî û berevaniyeke hevbeş, lihev nekirine.

Di vê  meha Hezîranê de, gefên hikûmeta Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê bêhtir bûne, bi taybetî derbarê egera encamdana êrîşeke serbazî, li ser herdu bajarên Til Rifeet û Minbc, ku dikevine nêzîkî navçeyên li jêr destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wan.

Li hember van gef û egeran, her yek ji hikûmeta Sûriyê, HSDê û Rêveberiya Xweser helwestên xwe yên protestokirinê, eşkere kirine ku, ew ê rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin û rê nadinê ku bi hêsanî navçeyine din "dagîr bike".

Lê li gorî ku diyar e, heta niha Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ligel wê jî HSDê, li ser awayekî diyar ji hevkariyê û berevaniya hevbeş, negihiştine ti lihevkirinê.

Bepirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Bochum Newaf Xelîl dibêje li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, û bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê sizayên Qeyser têne rakirin û her dema ku Tirkiyê ve yekê dibîne şer li gur dike û Rûsya û hikûmeta Sûriyê jî temaşe dike.

Bi gotina Newaf Xelîl sedema bêdengiya Rûsya û hikûmeta Sûriyê li hemberî kiryarên Tirkiyê ew e ku Rêveberiya Xweser herêmên di bin kontrola xwe de radestî Sûriyê bike.

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, armanc ji gef û êrîşên Tirkiyê: “Têkdana ewlehî, seqamgîrî û aramiya navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ye. Berfirehkirina navçeyên dagîrkirî li Sûriyê heta Heleb, Mûsil û Kerkûkê. Hevdem armanca Tirkiyê cîbicîkirina guherîna demografî ye, li wan navçeyan.Handan ji bo vejandin û vegera DAIŞê, ku careke din bibe metirsî li ser navçeyê û cîhanê.”

Çavdêr dibînin ku rewşa navçeyên Rojavayê Kurdistanê, û bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, li ser keviya egera dadana şerekî ne, ku hevşêweyî êrîşên li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê ve, bê encamdan, di demekê de ku welatiyên Sûriyê bi gişhtî û nişteciyên wan navçeyan bi taybetî, berê di krîz û aloziyên zehmet û dijwar de dijîn, lewma pêwîstiya wan bi aramî û seqamgîriyê, ne bi şer û êrîşan, heye.