ÊLIH - Polîsekî hevjîn û zarokê xwe kuşt û dawî li jiyana xwe anî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî tevgera taybet piştî ku hevjîn û zarokê xwe kuşt dawî li jiyana xwe jî anî.

Li gor zanyariyan îro 14ê Hezîrana 2022ê polîsekê taybet devera   yekeyên niştecihbûnê yên Memur-Senê yên li navenda bajarê  Êlihê destpêkê hevjîna û zarokê xwe bi çekê kuştiye. Li gor zanyariyan wî polîsî piştî vê yekê xwe jî bi heman çekê kuştiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û termê polîs, hevjîn û zarokê wî rakirin Newxeşxaneya Dewletê ya Êlihê.

Hat ragihandin derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.