Li Meletiyê brûskê li kerî da: 37 mih ji nav çûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, brûskê li keriyekî pez da û 37 mih ji nav çûn.

Li gundê Kurucaova yê Wêranşarê dema Îsmet Sarigul pezê xwe diçêran, birûskê li keriyê wî da.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên Reveberiya Çandinî û Daristanê ya Wêranşarê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di lêkolînan de hat tespîtkirin ku 37 mî ji nav çûne. Miyên ji nav çûn, ji aliyê tîmên şaredariyê ve di çalekê de hatin veşartin.