Qamişlo (Rûdaw) - Keçeke zarok a ji bajarê Amûda Rojavayê Kurdistanê bi navê Zekiyê Mihemed ku niha 7 salî ye, ji zikmakî ve nabihîse, pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye, lê ji ber ku malbat hejar e daxwaza alîkariyê dikin.
Dayika Zekiyê jî nabihîse, wê ev nexweşî ji dayika xwe wergirtiye.
Zekiye li gel du bira û dayik û bavê xwe li mala dapîra xwe li Amûdê dijîn.Bi tenê bavê wan kar dike, lê mûçeyê wî pir kêm e û têra nîvê mehê jî nake.
Pêwîstiya wê zaroka 7 salî bi çandina helezûna guh heye, li Şamê ji wan re gotine, heqê neştergeriyê 62 milyon Lîreyên Sûrî ye. Lê derfeta malabtê ya darayî nîne, ku neştergeriyê jê re bikin.
Zekiyê zarokeke gelekî ciwan û bedew e, dema diçe dibistanê ji ber ku nabihîse, zarokên hevalên wê henekê xwe pê dikin, ew jî gelekî aciz dibe, bi dilşikestî ji dibistanê vedigere malê. Nikare weke zarokeke normal bijî.
Dapîra Zekiye Mihemed, Sureya Ebdê ku niha êşa neviya xwe dikişîne, ji Rûdawê re got: Ev keçka min ezabek pê re dîtiye. Niha keçka wan jî wisa ye. Derdikeve nav zarokan, caran caran, lê zarok pê dikenin û ew jî tê digirî. Agir bi dilê min dikeve.”
Bavê Zekiye, Hemdîn Mihemed jî dibêje: “Çi destê me ez dikim û dixwazim çareserî jê re were kirin, lê mixabin ji taqeta min der e. Me li Şamê ji bijîşkan pirs kir, wan daxwaza 62 milyon lîreyên Sûrî kir. Ev 7 sal e ez dixebitim lê min nekariya ew qas pere bidim ser hev.”
Çareseriya wê li Rojavayê Kurdistanê nîne, ji bo neştergeriyê ew yan divê biçin Şamê yan jî biçin derveyî welat. Lê ji ber rewşa darayî ya malbatê gelek xirab e, derî li ber wan girtî ne. Bavê wê eger bi mûçeyê xwe yê niha 20 salan jî kar bike, dîsan jî nikare heqê neştergeriyê peyda bike.
Neştergeriya wê li Başûrê Kurdistanê jî heye û malbata wê li benda alîkariyê ne, ji bo ku Zekiye karibe di nav zarokan de bê pirsgirêk bixwîne û bilîze.
Dr. Ebdulxaliq Emîn, pisporê guh û gewriyê di bernameya Berpirsyar a Rûdaw TV de ku ji aliyê Şehyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin, ragihand ku ew dikarin li Hewlêrê bi riya xêrxwazan neştergeriyê ji bo Zekiyê bikin.
Dr. Ebdulxaliq Emîn herweha got, heta niha wan ji bo 15 zarokên Rojavayê Kurdistanê neştergerî kirine.
Ji ber ku dayika Zekiyeyê jî heman nexweşî pê re heye, xaltîka wê digihîje rewşa wê. Xaltîka Zekiye Mihemed li ser zarê dayika wê daxwaza alîkariyê dike, daku ew zaroka biçûk hestê bihîstinê jê vegere.
Xaltîka Zekiye: “Du caran ez gelek pê êşiyam. Carek li dibistanê bû mamosteyê gazî min kir got were çima digirî. Çûm ji min re got ku çima pirtûka fasla duyem dane min ên ewil nedame min. Zekiye wê demê fam dike ku tişteke kêm li cem wê heye û weke hevalên xwe nayê hesibandin. Cara duyem jî em li şahiyekê bûn, muzik bi dawî bû û hemû beşdariyan dest ji reqsê berda, lê ew tenê ma bû ji xwe direqisî. Ez bi wê yekê gelek êşiyam.”
Tevî nebûna navendeke taybet, lê heza Zekiyeyê ji fêrbûnê heye. Wê hezê hiştiye ku Zekiye li dibistaneke asayî bê qebûlkirin û bixwîne. Zekiye hewl dide bi rêya wênekişandinê li ser pirtûk û deftera xwe hestê xwe nîşan bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse