Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê civiyan

15-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Narzanî li Hewlêra paytext li gel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê, Stephen Hickey civiya.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê, Stephen Hickey kir.

Nêçîrvan Barzanî û şanda Brîtanî di vê hevdîtinê de behsa belavbûna vîrusa Koronayê û bandora wê li ser aboriya Herêma Kurdistan û Iraqê, herwiha kar û xebatên jibo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 kirin.

Herdu aliyan pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya bi serokwezîriya Mistefa Kazimî û bernameya karê wê hikûmetê û herwiha peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbîj kirin û Serok Nêçîrvan Barzanî ji Balyozê Brîtanyayê re got: “Hewlêr rijd e li ser çareseriya kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê.”

Serokê Herêma Kurdisatanê û Balyozê Brîtanyayê, gef û metirsiyên DAIŞê jî gotûbêj kirin, ku heyameke li çend navçeyên Iraqê tevgerên xwe zêde kirine û êrîşî  xelkê û hêzên Iraqî dike.

Herwiha tekezî li ser giringiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bo hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî DAIŞê de hat kirin.

Di hevdîtinê de, diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de jî ji aliyê herdu aliyan ve hat nirxandin.

Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê mijareke din a hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst