Mesrûr Barzanî û Wezareta Pêşmerge têkildarî êrîşa li ser Kurdên Kakeyî daxuyanî dan

14-06-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dilgiraniya xwe li hemebr êrişa şeva bihorî ya li dijî Kurdên Kakeyî li Xaneqînê nîşan da û tekezî li ser “giringiya hebûna Hêza Pêşmerge” li navçeyê kir. Wezareta Pêşmerge jî dibêje, bi êrîşên wisa “dixwazin Kurdan ji navçeyê derxînin û berdewamiyê bidin şepêla erebkirina wan navçeyan.”

Mesrûr Barzanî têkildarî êrîşa li dijî Kurdên Kakeyî ya li devera Xaneqînê, peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êrşa li Xaneqînê wek êrişeke terorîstî bi nav dike û dibêje: “Mixabin şeva borî di êrişa terorîstan de li ser gundên Dara û Mêxas ên Xaneqînê, çend xûşk û birayên Kakeyî şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn. Em sersaxiyê didin malbat û mirovên wan şehîdan. Xwedayê mezin ruhê wan bi behiştê şa bike û birîndar jî di zûtirîn dem de baş bibin.”

Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li hember rewşa xirab a ewlehiyê li devera Xaneqînê nîşan dide û tekezî li ser hebûna Hêza Pêşmerge li navçeyê bo dabînkirina ewlehî û aramiyê li deverê dike.

Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî dibêje: “Di demekê de ku em gelekî ji rewşa ewlehiyê ya wan deveran nîgeran in, lê di heman demê de em tekezî li ser mekanîzma hevkariya ewlehiyê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal li Bexdayê de û giringiya hebûna Hêza Pêşmerge li wan deveran dikin, da ku bi alîkarî û hevahengiya artêşa Iraqê, aramî û seqamgîriyê vegerînin wan deveran û ser û malên hemp hemwelatiyên navçeyê biparêzin bên.”

Wezareta Pêşmerge: Dixwazin berdewamiya bidin şepêla erebkirina navçeyên Kurdistanê

Têkildarî êrîşa li Xaneqînê, Wezareta Pêşmerge jî îro daxuyaniyek belav kir û têde daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, ku can û malê welatiyên Kurd li sînorên jêr desthilata xwe biparêzin.

Wezareta Pêşmerge bi tundî wê êrişa li ser Kurdên Kakeyî şermezar dike û daxwazê ji hêzên Iraqî yên li wê sînorê dike, “ser û malên xelkên bêtawan bê cudahiya netewî û olî biparêzin” û tekez dike,” silametiya rûniştvanên wê sînorê ji berpirsatiya wan hêzan e.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di dema bihrî de çendîn car me hişyarî ji nebûna Pêşmerge li wan navçeyan û metirsiya valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de daye.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Bi dubarebûna tawanên bi vî awayî re, tê xwastin di zûtirîn dem de Komîteya Hevbeş a Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge bê aktîvkirin, bi hev re bi riya Pêşmerge û artêşa Iraqê kar ji bo dagirtina wê valahiya ewlehiyê bikin, bi awayekî ser û malên xelkê wê navçeyê bi Kurd, Ereb û Tirkmen û hemû pêkhateyên olî û nijadî parastî be.”

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Pêşmerge destnîşan dike: “Bi armanckirina Kurdên wê navçeyê û valakirina gundên Kurdan bi darê zorê, tawan û kuştinê, tenê karê wan grûpên teroristî yên ligel DAIŞê bûn û dixwazin bi wan kiryarên tirsonek, Kurdan ji navçeyê derxînin û berdewamiyê bidin şepêla erebkirina wan navçeyan.”

Şeva bihorî li komeke çekdaran êrîşî herdu gundên Dara û Mêxas ên ser bi Xaneqînê ve kiribûn, ku di encama êrişê de 7 kes hatibûn kuştin û 5 kes jî birîndar bûbûn.

Endamê Encûmena Gundê Mêxas a Xaneqînê, Kazim Pîrwelî derbarê êrîşê de ji Rûdawê re gotibû, “hemû kuştî û birîndarên êrişê Kurd û Kakeyî ne. Çend çekdarên nenaskirî bi ser û çavên nixumandî êrîşî ser gund kirin.”

Li gor agahiyên Rûdawê, çar ji kuştiyan xizmên hev in, ku bavek û du kurên wî ne û kesek jî xalekî wan xortan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst