Erdhejekê bi hêza 5.9 pile Çewlîg hejand

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Yekşemê erdhejekê bi hêza 5.9 pile bajarê Çewlîg ê Bakurê Kurdistanê hejand û li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin û li gor agahiyên destpêkê 4 kesên sivîl 3 cerdevan birîndar bûne.

Li Navçeya Kanireşê ya Çewligê îro Yekşemê 14ê Hezîrana 2020an erdhejekê bi hêza 5.9 pile û bi kûrahiya 5 kîlometre çêbû.

Li bajarên derdora Çewlîgê weke Dêrsim, Mûş, Xarpêt û Amedê hest bi erdhejê hat kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Ali Haydar Gozlu ragihand ku li gor agahiyên destpêkê 4 kesên sivîl û 3 cerdevan birîndar bûne.

Herwiha Ali Haydar Gozlu da zanîn, ku li gundê Lîçikê (Kaynarpinar) yê ser bi qezaya Kanîreşê ve 3 xalên çavdêriyê yên leşkerên  Tirkiyê ji ber erdhejê hilweşiyan e.

Waliyê Çewlîgê, Kadir Ekîncî ragihand, di encama bûyerê de 3 zêrevan birîndar bûne.

Kadir Ekîncî herwiha diyar kir, ku li herdu gundên Armelu (Elmali) û Malxok (Dînarbey) ên ser bi qezaya Çêrme (Yedîsu) ve,  zirar gihîştiye 10 malên welatiyan, lê ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

Walîyê Çewlêgê got, xebatên ji bo destnîşankirina zirarên erdheja îro li tevahiya gund û bajarokên ser bi Çewlêgê ve berdewam in.