Li Rihayê 2 gund, 1 kolan û 25 avahî hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku testa koronayê ya hinek welatiyan pozîtîv derket, 2 gund, kolanek û 25 avahî hatin kerentînekirin, herwiha kerentînekirina 4 avahiyên li Eyubiye û Wêranşarê jî bi dawî bû.

Li parêzgehê ji aliyê Saziya Tendirûstî ya Rihayê ve 2 gund, 1 kolan û 25 avahî ji ber vîrûsa koronayê heta 14 rojan hatin kerentînekirin û kerentînkirina 4 avahiyan jî bi dawî bû.

Bi biryara Saziyê, li bajarokê Halîliye 3 avahî, li bajarokê Karakoprû 1 gund û 6 avahî, li bajarokê Eyûbiye 6 avahî, li Serê Kaniyê kolanek, li Sêwregê 2 avahî, li Pirsûsê 2 avahî, li Wêranşarê kolanek, yek li gundekî 6 avahî hatin kerentînekirin. Herwiha kerentînekirina 4 avahiyên li Eyubiye û Wêranşarê jî bi dawî bû.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 176 hezar û 677 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wê hejmarê 150 hezar û 87 kes baş bûne û 4 hezar û 792 kesan jî canê xwe ji dest dane.