ÎLAM – 200 hektar zeviyên çandiniyê û daristan şewitîn lê agir hat kontrolkirin

14-06-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îlam Agir Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şewata 200 hektar ji zeviyê çandiniyê û çend hektar daristan, agirê li zeviyên bajarê Dereşar ê Îlamê hate kontrolkirin.

 

Rêveberê Fermangeha Çavkaniyên Xwezayî yê Dereşar ragihand ku tîmên wan, ew agirê ku ji roja Pêncşemiyê ve li navçeyê derketibû, kontrol kirine.

 

Areş Merzbanî dibêje, ji ber wî agirî 200 hektar zeviyên çandiniyê ku piranî ceh û genim bûn, şewitîne. Herwiha çend hektar daristan jî ji ber wî agirî şewitîne.

 

Rêveberê Fermangeha Çavkaniyên Xwezayî ya Dereşar, doh pêncşemiyê ragihandibû ku ji ber kêmiya derfetan û hêza mirovî, wan nikarîbû wî agirî zû kontrol bikin.

 

Dereşar dikeve başûrê rojhilatê parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistnaê û rûberê wê 102 hezar hektar e ku 78 hezar hektar ji wê rûberê, daristan û mêrg in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst